Îsraîl amadekariya hilweşandina 25 avahiyan dike

Artêşa Îsraîlê amadekariya hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şemsê ya li bakurê Şerîeya Rojava dike.

Îsraîl amadekariya hilweşandina 25 avahiyan dike
15 kanûn, 2025   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku berpirsên herêmî dane AFP'ê, tê payîn ku ji ber van hilweşandinan nêzîkî 100 malbat ji malên xwe derkevin.

Parêzgerê Tulkeremê Abdullah Kamîl diyar kir ku ew ji aliyê COGAT, yekîneya bi ser Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ku çalakiyên sivîl ên li ser axa Filistînê çavdêrî dike, hatine agahdarkirin û got ku avahiyên navborî dê heta dawiya hefteyê werin hilweşandin.

Serokê Komîteya Gel a Kampa Penaberan a Tulkeremê Feysel Selamê jî got ku yekîneyên koordînasyona leşkerî û sivîl ji wan re gotine ku 25 avahî dê di roja pêncşemê, 18ˊê Kanûnê de werin hilweşandin.

COGAT bersiva pirsên AFP'yê yên der barê mijarê de neda, lê artêşa Îsraîlê got ku ew agahiyan berhev dike. Îsraîl ji sala 1967ˊan ve Şerîeya Rojava di bin kontrola xwe de digire.

Ji destpêka sala 2025’an ve artêşa Îsraîlê operasyonên berfireh ên leşkerî li dijî komên çekdar ên Filistînî li kapmên penaberan ên li Şerîaya Rojava li dar dixe.

Di encama êrişên ji destpêka 2025ˊan de niştecihên van kampan ku hejmara wan zêdetirî 30 hezarî ye, koçber bûn û piranî heta niha nikarin vegerin malên xwe.

(fr)