QSD'ê li gundewarê Tebqayê du malbata li hev anîn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarokê El Cirniyê yê kantona Tebqayê, du malbatanên ji eşîrên El Imêrat û El Şefrat li hev anîn.

QSD'ê li gundewarê Tebqayê du malbata li hev anîn
15 mijdar, 2025   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihaninê ya QSD'ê îro derbarê lihevanîna 2 eşîran a li kantona Tebqayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku rûniştina lihevanînê bi amadebûna şandeyek Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê û komeke rûspî û şêniyan pêk hat.

Di rûniştinê de gelek axaftin hatin kirin, ku bal kişandin ser xetereyên nakokiyên weha li ser civakê û banga xweragirî û lihevkirinê hat kirin ji bo parastina jiyana hevbeş.

Her du aliyan ev destpêşxeriya QSD`ê pejirandin û soz dan ku li ser bingeha regezên jiyana hevbeş nakokiyên xwe çareser bikin.

(k)