Iraq û Tirkiyeyê li ser mijarên ewlehî, enerjî û projeya rêya geşkirinê de li hev kirin

Iraq û Tirkiyeyê li ser xurtkirina tevkariyê di warê ewlehî û aborî, enerjî û projeyên geşkirinê de li hev kirin.

Iraq û Tirkiyeyê li ser mijarên ewlehî, enerjî û projeya rêya geşkirinê de li hev kirin
28 tîrmeh, 2026   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih El Zeydî ku îro di serdana fermî de gihaştibû Tirkiyeyê bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.

El Zeydî û Erdogan piştî hevdîtinê daxuyaniyek hevbeş dan.

Her du aliyan girîngiya xurtkirina tevkariyê di warên aborî û ewlehiyê de vegotin.

Hate gotin, her du aliyan berfirehkirina tevkariyê di warên enerjî, av, bazirgnaî, veguhestin û razimaniyê nîqaş kirin. Her wiha behsa girîngiya lezandina projeya "Rêya geşkirinê" û xurtkirina têkiliyên herêmî û îmzekirina peymanên enerjiyê kirin.

Erdogan û El Zeydî destnîşan kirin ku dê têkildarî dozên herêmî û rêbazên istiqrarê hemahengiyê bidomînin û di sedsaliya têkiliyên diplomatîk ên di navbera her du welatan de jî çalakiyên hevbeş li dar bixin.

(bb)