Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn

18 şehîdên têkoşîna azadiyê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin bibîranîn.

Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê 18 şehîd bi bîr anîn
28 tîrmeh, 2026   22:27
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên  Şoreşger û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma bîranîna 18  şoreşgerên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li dar xist.

Merasîm bi beşdariya bi dehan kesî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û anî ziman ku şehîdan bi keda xwe rêya azadî û têkoşînê ronî kirin.

Hesen soza domandina rêya şehîdan da û bal kişand ser destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin.

Mihyedîn Hesen bal kişand ser rola ciwanan di têkoşînê de û got, ciwan siberoja welat û civakê ne, divê nirxên şehîdan nas bikin û xwedî lê derkevin.

Di dewama merasîmê de endamê Meclisa Ciwanan a PYD‘ê Ehmed Ednan Ezîz jî soza domandina rêya şehîdan da û got, keda wan dê meşaleya ku rêya azadiyê nîşanî nifşan dike bimîne.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(bb)