Di civîna komîsyona Meclisa Tirkiyeyê de aloziya girtekan

Di civîna 19'an a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî ya Meclisa Tirkiyeyê de li ser parvekirina girtekên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re alozî derket.

Di civîna komîsyona Meclisa Tirkiyeyê de aloziya girtekan
4 kanûn, 2025   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî ya Meclisa Tirkiyeyê bi rojeva hevdîtina şandeya komîsyonê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ku di 24'ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêk hat civîna xwe ya 19'emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora amadekirinê pêşniyaz û fikrên xwe anîn ziman.  Civîna komîsyonê di rûniştina 2'yemîn de endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHP'ê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKP'ê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hûrguliyên hevdîtinê di civînê de bi endamên komîsyonê re parve bikin berdewam kir.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş diyar kir ku girtekên hevdîtinê nayên parvekirin û got ku wan der barê hevdîtinê de mijarên sereke hatine axaftin tomar kirine û şûna girtekan ew dê bên xwendin.

Li ser vê yekê partiyên siyasî jî îtîraz kirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî CHP û SAADET'ê îtîraz kir û xwestin bi awayekî şefaf girtekên hevdîtinê bên parvekirin. Endamê komîsyonê yên DEM Partiyê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku parvenekirina girtekan ji bo pêşveçûna pêvajoyê pirsigirêkan derdixe û xwest ku girtek bên parvekirin. Sarûhan Olûç pirsî, ‘Ev kurte kê nivisiye, bi çi hişmendiyê nivisiye em nizanin û got ku wekî endamên komîsyonê tiştekî ku divê ew bizanibin ji wan û raya giştî tê veşartin û ew vê yekê qebûl nakin.”