Iraq: Em nahêlin tu alî welat ber bi şer ve bibe

Parlamentoya Iraqê hemû êrişên li ser Iraqê û baregehên ewlehî û leşkerî şermezar kirin û destnîşan kir ku rê nadin ku tu alî welat ber bi şer ve bibin.

Iraq: Em nahêlin tu alî welat ber bi şer ve bibe
8 adar, 2026   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê têkildarî êriş û şerê li herêmê kişandina Iraqê ya nava şer daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Iraqê, navend û baregehên ewlehî û leşkerî heta şermezarkirin. Hate gotin ku qet qebûl nakin ne xaka Iraqê û ne jî esmanê Iraqê ji bo her kareke dijminane bê bikaranîn ji bo welatên cîran.

Di dewama daxuyaniyê de piştevaniya temam a ji bo dewletê û hêzên leşkerî û ewlehiyê ya ji bo tedbîrên pêwîst a parastina sînor û serweriya welat û berjewendiyan dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Parlamantoyê daxwaz ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û herêmî kir ku ji bo pêşîgirtina êrişan rêzgirtin li yasa û peymananameyên navneteweyî bikevin di nava liv û tevgerê de.