Iraq: Deriyê sînor ê Rebîa dê di 20’ê Nîsanê de were vekirin

Desteya Deriyên Sînor a Iraqê ragihand ku deriyê sînor ê Rebîa-Til Koçer bi Sûriyeyê re di 20`ê Nîsanê de dê were vekirin.

Iraq: Deriyê sînor ê Rebîa dê di 20’ê Nîsanê de were vekirin
15 nîsan, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Deriyên Sînor a Iraqê Omer El Wailî diyar kir ku deriyê sînor ê Rebîa-Til Koçerê yê di navbera Iraq û Sûriyeyê de dê di 20’ê Nîsanê de were vekirin, wek beşeke hewldanên zêdekirina bazirganî û veguhastinê.

El Wailî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand kir ku deriyê nû dê bibe egera geşkirina aboriya herêmî, peydakirina derfetên kar ji bo şêniyên herêmê û hêsankirina derbasbûna rêwiyan û kel û pelan.

(k)