Di êrişên Îsraîlê de 9 lubnanî hatin kuştin

Di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de, 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê de 9 lubnanî hatin kuştin
15 nîsan, 2026   11:44
NAVENDA NûÇEYAN

Di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên îro yên li ser çend deverên başûrê Lubnanê de, 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Medyaya Lubnanê ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê li bajarokên Qelaileh, Zibqin û Yater, û her wiha Mahmudiyeyê xist. Artêşa Îsraîlê derdora Bint Cibêl topbaran kir. Ji başûrê Lubnanê jî çend mûşek ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê her wiha 2 wesayît li ser rêya Beyrût-Sîdonê bombebaran kirin.