Li Efrînê zarokekî Kurd hat qetilkirin

Kesekî ji Idlibê ku li navçeya Cindirêsê rûniştî ye zarokekî Kurd qetil kir, her wiha xizmên wî zarokî bang kir ku sibe li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker protesto bikin.

Li Efrînê zarokekî Kurd hat qetilkirin
13 adar, 2024   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê dane, kesê bi navê Yamin Ehmed Îbrahîm ê ji gundewarê Idlibê û li Efrînê rûniştiye zarokê Kurd Ehmed Xalid Mamo (15) qetil kir û avêt bîreke avê ya li ser rêya gundê Til Silorê.

Li gorî çavkaniyan Yamin Îbrahîmê di firna bavê zarok de dixebite.

Her wiha malbata zarok a li Cindirêsê bang li welatiyan kir ku sibe saet 9ˊan sibehê li pêş navenda Çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ a li Efrînê protesto bikin.

Malbata zarok anî ziman ku, heta kujer radestî wan nekin û neyê cezakirin, ew kurê xwe venaşêrin. Her wiha bang li xelkê Efrînê kir ku tev li protestoya wan bin û piştgiriyê bidin xwesteka wan û banga bidawîkirina binpêkirinên li dijî wan bikin.

(fr)