Îranê ji serê salê ve 230 kes bi dar ve kirine

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji serê salê ve 230 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

Îranê ji serê salê ve 230 kes bi dar ve kirine
5 nîsan, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem ku navenda wê li Norveçê ye, li ser bîlançoya darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di nava 3 mehên destpêkê yên îsal de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 8 kes jê jin, 230 kes hatine darvekirin.

Mehmûd Emîrî destnîşan kir ku hejmara darvekirinan li gorî heman mehên sala borî du qat zêde bûye û got: “Îran ji bo darvekirina girtiyên siyasî sûdê ji aloziyên di navbera welat û Amerîkayê de werdigire.”

Par jî 975 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin.