Artêşa Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê ketin bajarokê Riwêhîna yê gundewarên Quneytîrayê û bendeke kontrolê li nêzî dibistanekê danî.

Artêşa Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê
5 nîsan, 2025   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê ket bajarokê Riwêhîna yê gundewarên Quneytîrayê û bendeke kontrolê li nêzî dibistanê danî. Şêniyên bajarok li hemberî vê tevgerê nerazîbûn nîşan da.

Artêşa Îsraîlê ji dema rûxandina rejîma Baasê ve (8 Kanûn 2024), êrişên xwe li ser Sûriyeyê zêdetir kirine. Artêşê herêma tempon derbas kiriye û ket Çiyayê Şêx, di 2’yê Nîsanê de jî ket daristana Sed a nêzî bajarê Newa yê gundewarên rojavayê Derayê.

Li gorî SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka sale ve 39 êriş (34 hewayî û 5 bejahî) li Sûriyeyê pêk anîn. Di encama wan êrişan de 20 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û nêzî 46 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend  û maşîne) hatin rûxandin.

(bb)