Îranê du girtiyên Kurd bidarvekir

Du girtiyên Kurd li girtîgeha Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Îranê du girtiyên Kurd bidarvekir
12 adar, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, duh du girtiyên Kurd ên bi navê Muîn Selawerzî Zade (58) ê xelkê Îlamê û Mensur Mensurî (44) yê xelkê Îlamê ku bi îdiaya ‘kuştinê’ hatibûn girtin, li girtîgeha Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Beriya niha jî roja 8’ê Adarê du girtiyên Kurd li Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn bidarvekirin.