Îranê 3 DAIŞˊî girtin

Polîsên Îranê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞˊê ku plan dikirin di cejna Remezanê de êrişên xwekujî pêk bînin, girtin.

Îranê 3 DAIŞˊî girtin
6 nîsan, 2024   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Îranê ragihand ku serçeteyekî DAIŞˊê û 2 çeteyên din bi tawana plankirina êrişa xwekujî di cejna Remezanê de, girtin.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ku agahiyên xwe dispêrin polîsan diyar kir ku Mihemed Zakir (Remiş) û 2 çeteyên din li Kerec ê li rojavayê Tehranê piştî pevçûnan hatine girtin.

DAIŞˊê 2 teqînên di Çileyê de li Îranê pêk anîbûn ku di encamê de nêzî 100 kes hat kuştin û bi dehan birîndar bûn girt ser xwe. Ew her du teqîn di merasîma bîranîna 4ˊan a kuştina Qasim Suleymanî de pêk hatibûn.

Îranê di Çileyê de 35 kes girtin, ji wan serçeteyên DAIŞˊê-Xorasan ên ku têkiliyên xwe bi her du teqînan re hene girtin.

(fr)