Li Derayê mayînek teqiya: 7 zarok hatin kuştin

Ji 2018ˊan ve tevlihevî li Derayê dewam dike. Di teqîna mayînekê li bajarê Senemên ê Derayê de 7 zarok hatin kuştin.

Li Derayê mayînek teqiya: 7 zarok hatin kuştin
6 nîsan, 2024   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajanseke hikumeta Şamê, di encama teqîna mayîneke nenasan li başûrê Senemên ê bakurê Derayê de çandibû, 7 zarok hatin kuştin û 2 kes yek jê jin birîndar bûn.

Malpera ˊKombûna Ehrar Horanˊ da zanîn ku dema zarokan li taxa Mecbel ê Senemên dilîst mayîn teqiya, di encamê de 7 zarok jê 4 ji heman malbatê ne, hatin kuştin.

Navên zarokan wiha ne; Munîr Mihemed El Lebad, Mihemd Fîras El Lebad, Wesîm Îmad El Lebad, zarokekî din ku navê wî nehat zanîn, Rîmas Eymen El Lebad, Îmad Eymend El Lebad, Ebîr Eymen El Lebad û Hela Eymen El Lebad.

Duh, mayîneke di paketa çopê ya li taxeke rojavayê Senemên de hatibû çandin, teqiya, lê tu windahî çênebûn.

Ji destpêka Nîsanê ve malperê belge kir ku 24 kes di nav de 9 zarok li Deryayê hatine kuştin.

(fr)