Îran û DYA‘yê li ser avakirina 4 komên xebatê li hev kir

Piştî hevdîtinên teknîk ên li Swîsreyê, biryar hate dayîn ku di navbera Îran û DYA'yê de 4 komên xebatê bêne avakirin. Ev kom dê li ser mijarên rakirina cezayan, dosyaya nukleerê, ji nû ve avakirina Îranê, rabûna aboriyê û şopandina pêvajoyê bixebitin.

Îran û DYA‘yê li ser avakirina 4 komên xebatê li hev kir
23 hezîran, 2026   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Kazim Xerîb Abadî ragihand ku piştî hevdîtinên teknîk ên li Swîsreyê hatin kirin, biryar hate dayîn ku di navbera Îran û DYA'yê de 4 komên xebatê bêne avakirin.

Abadî diyar kir ku ev kom dê li ser mijarên rakirina pêkanînan, dosya nukleerê, ji nû ve avakirina Îranê, rabûna aboriyê û şopandina pêvajoyê bixebitin.

Press TV ya Îranê ragihand ku DYA‘yê destûrnameyeke giştî daye ku destûrê dide firotina petrol û berhemên petrokîmyayê yên Îranê. Her wiha destnîşan kir ku ku peymana serbestberdana 12 milyar dolar ji mal û milkên cemidî yên Îranê ketiye qonaxa pêkanînê û dê fon bi du beşên wekhev ên 6 milyar dolarî werin veguhastin.

Abadî diyar kir ku her du alî li ser mekanîzmayeke ji bo derbasbûna ewle ya keştiyan di Tengava Hurmuzê re li hev kiriye, di heman demê de li hev kirine ku bi beşdariya Pakistan û Qeterê yekîneyeke pêşîlêgirtina pevçûnan li Lubnanê ava bikin.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf daxuyanî da ajansa dewletê IRNA'yê û got: "Rêveberiya Tengava Hurmuzê wê tu carî li rewşa xwe ya beriya şer venegere. Îran wê rêvebirina tengavê dewam bike."

Tengava Hurmuzê ku ji sedî 20’ê gaza xwezayî ya ronkirî (LNG) û petrola cîhanêtê re derbas dibe, piştî şerê ku DYA û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li hemberî Îranê da destpêkirin, veguherî navenda rageşiya herêmî.