Îran peyamên dijwar dide û şertên xwe mezintir kirine

Çavdêr destnîşan dikin ku daxuyaniya rêberê bilind ê Îranê yê nû bê peyamên serhildêr nebû. Di heman demê de, di nav derdorên Îranî de li ser xalên ku dikarin piştî bidawîbûna şer li ser maseya dan û standinan werin nîqaşkirin ku piraniya wan şertên giran in, gotegotan dest pê kiriye.

Îran peyamên dijwar dide û şertên xwe mezintir kirine
13 adar, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî peyama rêberê olî yê bilind ê nû yê Îranê, rewşa Îranê û helwesta Ewropayê ya li hember şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê nirxandin.

‘PEYAMA YEKEM A RÊBERÊ BILIND Ê NÛ YÊ ÎRANÊ; TOLHILDAN’

Rojnameya El Ereb li ser peyama yekemîn a rêberê olî yê bilind ê Îranê wiha nivîsî: “Derketina rêberê bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî, bi daxuyaniyekê ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin ve, sînordar bû. Mucteba soza 'tolhildana şehîdan, rêber û sivîlan da. Her wiha anî ziman ku şer bêyî ku Îran 'tezmînatê' wergire, bi dawî nabe. Her wiha gef xwar ku dê êrişên li ser welatên Kendavê bidomîne. Lê qala diyalogan kir."

Rojnameyê bi bîr xist ku Mucteba Xamineyî ku bi helwesta xwe ya muhafazekar a tund tê nasîn, bi gotina "Divê ew wekî kaxeza zextê bimîne" vekirina Tengava Hurmuzê red kir. Her wiha îşaret pê kir ku Tehran amadekariyên pêwîst kirine da ku eniyên din veke ku "dijmin qels bike".

Her wiha hate gotin: "Rêberê nû li ser bingeha 'an ewlehiya hemûyan, an ne ewlehiya hemûyan' îşaretên zelal şandin ku ew amade ye şer berdewam bike bêyî ku guh bide lêçûn û windahiyên ku dibe çêbin. Ev yek di peyamên ji welatên Kendavê û her wiha ji cîhanê re der barê Tengava Hurmuzê de aşkera bûn.”

Çavdêr destnîşan dikin ku “nakokiya heyî li ser prensîbeke kevn a îradeyên newekhev hatiye avakirin, ji ber ku rejîma Îranê ji perspektîfa parastina hebûna xwe şer dike û bawer dike ku tiştekî din di destê wê de nemaye ku ji dest bide. Lê DYA bi mentiqa hesaban û tiştên ku ew dikare di warê armancan de bi dest bixe, bi şer re mijûl dibe.”

Rojnameyê îşaret bi gotina Mucteba Xamineyî ya spasiya "Eniya Berxwedanê" kir û soza vekirina eniyên nû da. Li ser vê yekê jî wiha nivîsand: "Ev gotinên wî pirsan radixe ber çavan, gelo li vir mebesta wî Yemen e? Ji ber ku Hûsî heya niha ji şer dûr in. Ev jî pirsan li ser gelo wan bi Îranê re li ser vê yekê li hev kiriye yan destwerdana koma Yemenê girêdayî dema ku Tehranê destnîşan kiriye?”

'ŞERÊ ÎRANÊ EWROPAYÊ AŞKERA DIKE: LAWAZIYA HELWEST Û PETROLÊ'

Rojnameya El Erebî El Cedîdî jî têkildarî helwesta Ewropayê ya li hember şerê Îran û Îsraîl-DYA'yê diyar kir ku ji destpêka şer ve Ewropa helwesteke kollektîf  anku “şerê Îranê ne şerê me ye” ragihand û wiha nivîsand: "Di serî de Fransa, Brîtanya, Almanya û Îtalya, welatên Ewropayê beriya şer bi DYA û Îsraîlê re şêwir nekirin û ji bo tevlêbûna şer nehatin vexwendin.

Welatên Ewropî îro li ser rêyeke zirav dimeşin û hewl didin bi şer re gavan biavêjin. Hewl didin di civînên pêş de helwesteke zelal bigirin, bi taybetî helwestên girêdayî têkiliyên wan bi Îranê, têkilyên bi welatên kendavê re yên ku bi êrişên Îranê re rû bi rû ne, di heman demê de têkiliyên bi Rojhilata Navîn û rêveberiya Trump re. Ewropa li benda gotina dawî li meydana şer û encamên kêliyên dawî yên şer in. Di demekê de ku krîza petrolê ya cîhanî ya ji ber şer derketiye bala Ewropayê dikişîne ku êdî dest bi bikaranîna petrol yedek kiriye. Lê hêzên sereke bi xêzkirina nexşeya pozîsyonên xwe mijûl in. Wisa xuya dike ku şer rêveberiya Trump xistiye pozîsyona parastinê, piştî ku ji destpêkê ve pêşbînî kiribû ku sûd werbigire. Ev rewş heta niha hiştiye ku Ewropayê hîs bikin ku ew li aliyê rast ê krîzê ne, nemaze ji ber ku têkiliya wan bi Trump re berî destpêkirina êrişê tijî alozî bû."

'TEHRAN ÇAWA DIXWAZE LIHEVKIRINEKÊ BI WASHINGTONÊ RE BIKE?'

Rojnameya Independent Arabia nivîsî ku Tehran karî valahiya ku ji ber kuştina Rêberê Bilind Elî Xameneyî çêbûye derbas bike û derbasî qonaxa piştî hilbijartinê ya Rêberê Bilind ê nû-kevn bûye. Hate gotin, ev pêvajo ku bi awayekî hêsan û li gorî planê di nav dewleta kûr û dezgeha biryardanê de, pêk hatiye. Di encamê de, Tehran bştir dikare li hember şert û daxwazên DYA’yê helwestek hişk nîşan bide.

Li ser bingeha destkeftiyên ku rejîmê nîşan dane, di nav derdorên îranî de li ser xalên ku dikarin piştî rawestandina şer li ser maseya dan û standinan bi Washingtonê re werin pêşkêşkirin, gotûbêjan dest pê kiriye.

Rojnameyê nivîsand: “Serokkomarê Îranê Pizîşkiyan di axaftinên xwe yên telefonê de bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Vladimir Putin û yê Pakistanî Shahbaz Şerîf re, nêrîna Îranê ji bo lihevkirinekê anî ziman, ew jî wiha ye: Ragihandina agirbestek bê şert û merc, bidawîanîna gefa şerê nû bi garantiyên navneteweyî yên biryardar û bihêz, û qebokirina zirarên ku li aboriya Îranê hatiye kirin.”

(bb)