Merasîma şehîd Salih Muslim dest pê kir

Bi tevlêbûna girseyeke mezin, merasîma oxirkirinê ya endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim li Qamişloyê dest pê kir.

Merasîma şehîd Salih Muslim dest pê kir
Merasîma şehîd Salih Muslim dest pê kir
Merasîma şehîd Salih Muslim dest pê kir
Merasîma şehîd Salih Muslim dest pê kir
Merasîma şehîd Salih Muslim dest pê kir
13 adar, 2026   11:41

Bi tevlêbûna girseyeke mezin a xelkê Rojava, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspî, şandeyek ji partiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê, merasîma oxirkirinê ya endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li Stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo sersaxiyê hatiye şandin, hat xwendin.

Dê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD'ê dê axaftin werin kirin û bi navê malbata şehîd keça wî Perwîn Muslim jî dê biaxive.

Di dawiyê de dê cenazeyê şehîd ber bi Kobanê ve were oxirkirin û li Pakrewangeha Şehîd Dîcle were veşartin.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim 11'ê Adarê ji ber nexweşiyekê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê şehîd bû. Cenazeyê wî duh derbasî Rojava bûbû.

(bb)