Li Kerkûk êrişî baregeha Heşdî Şeebî kirin

Şeva borî carek din êrişî baregeha Lîwaya 40 ya hêzên Heşdî Şeebî ya li nêzîkî navçeya Dubiz ya ser parêzgeha Kerkûkê hate kirin.

Li Kerkûk êrişî baregeha Heşdî Şeebî kirin
13 adar, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Iraqê ragihand ku duh bi şev carek din êrişî baregeha Lîwaya 40 ya hêzên Heşdî Şeebî ya li nêzîkî navçeya Dubiz ya ser parêzgeha Kerkûkê hate kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de çekdarek hêzên Heşdî Şeebî birîndar bû.

Hate diyarkirin ku rayedarên peywendîdar ji bo pêşveçûnan bişopînin û cihê êriş jê hatî kirin û tawanbaran diyar bikin, tedbîrên pratîkî û teknîkî dane destpêkirin.

Li gorî dîmenek yê cihê êrişê ziyana êrişê derdikeve holê.

Hêjayî gotinêye ku êrişên bi dron û mûşekan yên li ser komên çekdar ên nêzî Îranê yên li Iraqê di nava çend rojên borî de zêde bûne. Ev yek fikar û hişyariyên ewlehî û leşkerî yên li herêmê zêdekirine. Pêşbînî tê kirin ku êriş zêdetir bibin. Duh danê êvarî jî bi sê dronên xwekûj êrişî baregeha Artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûr ya ser bi Mûsilê hate kirin.