Îran: Di dan û standinên bi DYA‘yê re pêşketin heye lê lihevkirin çênebûye

Wezareta Kar û Barên Derve ya Îranê, ragihand ku di dan û standinên ji bo bidawîkirina şerê bi DYA‘yê re pêşketinên girîng çêbûne. Lê belê Tehranê, îdiayên ku dibêjin peymana dawî dê di demek nêz de were îmzekirin red kir.

Îran: Di dan û standinên bi DYA‘yê re pêşketin heye lê lihevkirin çênebûye
25 gulan, 2026   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî diyar kir ku li ser gelek mijaran bi DYA‘yê re lihevkirin çêbûye, lê nirxandinên ku dibêjin peyman wê di demek nêz de bên îmzekirin, ‘ne rast in’.

Bekayî di civîna çapemeniyê de got, “Li ser gelek mijarên ku tên nîqaşkirin lihevkirin çêbûye, rast e. Lê belê kes nikare bêje ku îmzekirina peymanê di demek nêz de ye.” Her wiha got ku rêveberiya Washingtonê helwestek nelihevhatî raber dike.

AMADEKARÎ JI BO 14 BENDAN TÊ KIRIN

Îran ragihand ku ji bo ku şerê di 28’ê Sibatê de dest pê kiriye bi rengekî mayînde bidawî bibe, li ser 14 bendan bi DYA‘yê re xebat dimeşînin.

Bekayî anî ziman ku bendên tên amadekirin armanca wê ne tenê şerê di navbera Îran û DYA‘yê de bi dawî kirine, di heman demê de dawî li hemû şerê herêmê anîne. Hat gotin ku di nav de şerê li Lubnanê jî derbasdar e.

Rayedarê Îranî, da xuyakirin ku ew li ser hûrgiliyên bernameya nukleerî ku di rojeva Washingtonê de bendeke sereke ye, dan û standin nekirine.

TENGAVA HURMUZÊ Û BENDÊN DORPÊKIRINÊ

Hat diyarkirin ku dorpêçkirina deryayî ya ji hêla DYA‘yê ya li ser benderên Îranê dê werin rakirin û dê rêziknameyên nû derbarê Tengava Hurmuzê de werin amadekirin.

Bekayî anî ziman ku ji destpêka şer û vir ve trafîka deryayî ya li tengavê di kontrola Îranê de ye û got ku tedbîrên ji bo derbasbûna bi ewle dê dewam bikin.

Bekayî her wiha diyar kir ku Îran heqê derbasbûnê ji keştiyan nagire, tenê ji bo xizmetên navîgasyonê û parastina jîngehê xercê digire.