Li 3 bajaran nerazîbûnên li hemberî tayînkirina nûneran

Partiyên siyasî li bajarên Çilaxa, Dêrik û Tirbespiyê bi daxuyaniyan şeklê tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku nûnertiya rasteqîn a gelê Kurd nake.

Li 3 bajaran nerazîbûnên li hemberî tayînkirina nûneran
25 gulan, 2026   15:45
QAMIŞLO

Partiyên siyasî yên Kurdan li Çilaxa, Dêrik û Tirbespiyê der barê tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel a Sûriyeyê) de daxuyanî da.

ÇILAXA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Nûjen a Sûriye ya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokrat û Partiya Lîberal a Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyanî li pêşiya avahiya PYD‘ê ji aliyê endamê PYD‘ê Zêdan Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şêwazê diyarkirin û parvekirinan hat redkirin û hate gotin, ev şêwaz edalet ji Kurdan re pêk aniye û ne li gorî rola wê ya dîrokî ya rasteqîn e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku veqetandina hejmarek kêm a kursiyan ji Kurdan berdewama siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê ye û ne li gorî pransîbên edalet û wekheviyê û proseya siyasî ya demokratîk e.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku hilbijartinên ku nûnertiya adilane û wekhev a hemû pêkhateyan mîsoger neke, dê nebe gaveke ber bi çareseriyê ve, lê belê dê aloziya siyasyî mezintir bike û bêbaweriyê di nava hêzên nîştimanî de zêde bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê tayînkirin li ber çavan re were derbaskirin ku nûnertiya adilane ya gelê Kurd pêk bîne.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî bi amadebûna endamên PYD û nûnerên saziyên sivîl daxuyaniyek li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê hevserokê nivîsgeha PYD‘ê Ciwan Hesen ve hat xwendin.

Ciwan Hesen anî ziman ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê bi dehên salan ji ber despotîzmê, dûrxistina û cudekarî û neteweperastî êş kişand, gelê Kurd jî yê herî zêde ye ku rastî siyasetên paşguhkirin, inkar, desteserkirina mafên siyasî, çandî hat û ji saziyên dewletê hate dûrxistin.

Ciwan Hesen bi bîr xist ku piştî rûxandina rejîma Esed hêviyên avakirna Sûriyeyek demokratîk çêbûn û diviyabû bi pêvajoya sererastkirina şaştiyên îdrokî û bidawîkirina dûrxistinê dest pê kiriba.

Hesen li ser tayînkirina nûnerên parlamentoyê jî anî ziman ku ev tayînkirin aşkera kir ku heman hişmendiya destpotîzmê, lê bi rêbazên cuda dewam dike. Hesen got: "Ev tayînkirin vîna rasteqîn a sûriyeyiyan nîşan nade, lê berdewama siyasetên paşguhkirinê ye û ne rewa ye."

Hesen anî ziman ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi rêya tayînkirin an hilbijartinên şeklî pêk nayê, lê bi rêya proseyeke siyasî ya adilane ku tevkarî û naskirinê dibe.

TIRBESPIYÊ

Partiyan li bajarê Tirbespiyê bi heman boneyê daxuyanî da. Ji rêvberên PYD’ê Hisên Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tayînkirin hatin redkirin û hate diyarkirin ku ev tayînkirin nûnertiya rasteqîn a gelê Kurd nake û hêviyên wê yên siyasî û neteweyî bi cih nayîne.

Di daxuyaniyê de tayînkirinên bûne wekî berdewama siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê hatin binavkirin û hate gotin "Sînordarkirina temsîla Kurdan bi 4 kursiyan tenê xapandinek û rastiya rewşa siyasî û demografîk e nîşan nade. Lê belê berdewama siyaseta paşguhkirina Kurdan e ku roleke sere di şoreşa Sûriyeyê û şerê li dijî DAIŞ‘ê de lîstin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, gelê Kurd ê bi hezaran şehîd dane, hêjayî nûnertiyeke adilane ye ku li gorî rola wê ya dîrokî be.

(bb)

ANHA