Îmarat piştgiriyê dide hewldanên pêkanîna aramî û aştiyê li Sûriyeyê

Wezîrê Derve yê Îmaratê bi hevpîşeyê xwe yê Rêveberiya HTŞˋê re li Îmratê civiya. Di civînê de wezîrê Derve yê Îmaratê piştgiriya Îmaratê ji bo hemû hewldanên pêkanîna aramî, aştî û ewlehiyê û avakirina jiyaneke birûmet li Sûriyeyê teqez kir.

Îmarat piştgiriyê dide hewldanên pêkanîna aramî û aştiyê li Sûriyeyê
6 ÇILE, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Meclisa Wezîran û wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan li Abû Debî ya Îmaratê bi wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam Esed El Şîbanî re hevdîtin pêk anî.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê da zanîn ku di hevdîtinê de rêbazên xurtkirina têkiliya di navbera herdu welatan de, geşedanên li Sûriyeyê û dosyayên hevbeş hatin nîqaşkirin.

Al Nehyan diyar kir ku Îmarat bi serxwebûn û serweriya Sûriyeyê re ye û piştgiriyê dide tevahî hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo pêkanîna aramî, aştî, ewlehî û avakirina jiyaneke birûmet li Sûriyeyê.

Girêdayî wê, wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El Sefedî jî di civîneke çapemeniyê de bi hevpîşeyê xwe yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan re diyar kiribû ku Urdun li kêleka gelê Sûriyeyê ye ku pêşeroja xwe misoger bike