Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi Nêçîrvan Berzanî re civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li gel Serokê Herêma başûrê Başûrê Kudistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan. Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevbeşî û yekrêziya Kurd û tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê di desthilat û rêveberiya welat de kirin.

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi Nêçîrvan Berzanî re civiyan
24 nîsan, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryeye Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, di çarçoveya serdana xwe ya li Hewlêrê de, duh bi şev li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.

Di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û peywendiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê ligel hikûmeta nû û her wiha metirsiya terorê û şerê li dijî metirsiya DAIŞ’ê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser giringiya beşdariya Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di desthilat û birêvebirina welat de û dabînkirina mafên hemûyan de kirin û li ser karê hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyê de ji bo parastina aştî û aramiyê hemfikir bûn.

Di civînê de her wiha girîngiya yekrêziya hêzên Kurdî li Sûriyeyê weke garantiyek ji bo bicihanîna daxwazên gelê Kurd û mafên rewa li welat, rewşa li Kampa Holê û rola Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hate gotûbêjkirin.