Îlham Ehmed: Garantî nebe aştî jî wê demkî bimîne

Di Konferansa Kurd a 20'emîn de ya li Parlamenta Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de Îlham Ehmed destnîşan kir ku eger aştî bi rengekî qanûnî neyê garantîkirin wê nikari bê parastin.  Em dixwazin bibin şirîkê rasteqîn ê vî welatî. Weke Kurd em dixwazin bibin şirîkê bingehîn û wekhev. Di vê mijarê de em xwedî îrade ne, em xwedî biryardariyê ne."

Îlham Ehmed: Garantî nebe aştî jî wê demkî bimîne
15 cotmeh, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Kurd a ku 14'ê Cotmehê li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê bi resepsiyonekê destpê kir, bi bernameyeke berfireh dest bi roja duyemîn kir. Rûniştinên duyemîn û sêyemîn ên konferansê yên piştî nîvro li ser guherînên jeopolîtîk û rola jinan a di paşeroja Rojhilata Navîn sekinî.

Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê "Li Rojhilata Navîn werçerxek: Guherînên jeopolîtîk, veguherîna demokratîk û lêgerîna aştiyê" hate lidarxistin.

Di vê rûniştinê de ku rojnamevan Dîlek Odabaşi moderatorî jê re kir, ji Zanîngeha Enqereyê Dogû Ergîl, rojnamevan Amed Dîcle û ji Zanîngeha Baltimore ya DYE'yê Colin Starger weke axaftvan amade bûn.

DOGÛ ERGÎL: DEMOKRATÎKBÛN NEBE ŞERTÊN MAYINDE YÊN AŞTIYÊ ÇÊNABE

Dogû Ergîl bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê û got, "Demokrasî ew kapasîte ye ku cihêrengiyên civakî û şerên hebûnê bi rêya siyasî bêne rêvebirin. Nakokiyên siyasî bi temamî ji holê nayên rakirin. Dike ku aliyên ku li hev nakin, li gel cihêrengiyê bi hev re bijîn. Bêçareserîhiştina pirsgirêkên siyasî di heman demê ve vediguhere çavkaniya bêbaweriyê ya mayinde."

Dogû Ergîl destnîşan kir ku demokrasî ne tenê encama aramiya bedewam e, di heman demê de yek ji mercên destpêkê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ez vê yekê ji bo çi dibêjim? Ji ber ku tim û tim ev nêzîkatî tê bilêvkirin: Bila destpêkê lihevkirineke girîng pêk were, piştre derbasî reformên demokratîk bibin. Halbûkî bêyî demokratîkbûnê mercên mayinde yên aştiyê ava nabe."

AMED DÎCLE: DIVÊ EWROPA ÇARESERIYÊ TEŞWÎQ BIKE

Amed Dîcle jî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê û got, "Gava ku ji bo çareseriyê hevdîtin bi desthilatdariyekê re tê kirin, ev yek nayê wê wateyê ku feraseta wê rêveberiyê tê erêkirin. Kurd ji bo maf û siberoja xwe hevdîtinê bi wan hêzan re dike ku îro erka biryardanê di destê wan de ye. Berpirsyariya muxalefetê divê ew be ku vê derfetê ji bo demokratîkbûna welêt mezin bike."

Amed Dîcle işaret bi berpirsyariyên Yekîtiya Ewropa û welatên Ewropayê jî kir û got, "Eger Yekîtiya Ewropayê çareseriya siyasî dixwaze, ji bilî pêşwazîkirina bi kêfxweşî ya biryarên tevgera Kurd, pêwîste gavên ku divê dewlet biavêje jî bixe rojevê. Meşandina têkiliyên ewlekarî, razemenî û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re li pêşiya naskirina mafên Kurdan asteng nîne. Bi Tirkiyeya ku bi Kurdan re li hev kiriye ev têkilî dikare bê dewamkirin; bi Kurdan re ku li ser paşeroja herêmê xwedî giraniyê ye, têkiliyên demdirêj û yekser dikare bê danîn.

Hêvî û bendewariya Kurdan a ji Ewropayê ew e ku bandora dîplomatîk a ji ber têkiliyên bi Enqereyê re ji bo aştiyê bi kar bîne. Têkiliyên nêz ên ku berê piştgirî dida polîtîkayên şer, îro ji bo teşwîqa çareseriyê dikare bêne bikaranîn.

Ji ber ku encama vê pêvajoyê wê tenê li nava sînorên Tirkiyeyê nemîne. Rojhilata Navîn jinûve ava dibe û Kurd di bingeha vê guherînê de ne. Nepêkan e ku sîstema nû ya siyasî ya herêmê bêyî Kurdan bê avakirin. Girîng e Enqere jî, paytextên Ewropayê jî hesabên xwe li gorî vê rastiyê bikin. Taloqkirina çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya taloqkirina pirsgirêkeke bingehîn ku di paşeroja herêmê de derkeve pêşiya wan.

Lewma biryara Enqereyê jî helwesta Ewropayê jî wê ne tenê bandorê li pêvajoya heyî bike. Di demekê de ku Rojhilata Navîn jinûve tê avakirin, wê diyar bike ku bibe sedema şerekî nû yê pirsgirêka Kurd an jî bibe bingeha têkiliyên nû yên çareseriyê?"

STARGER: ÊDÎ DEMA GUHERÎNÊ YE

Ji Zanîngeha Baltimoreyê Colin Starger jî qala dîlgirtina xwe ji aliyê PKK'ê ve kir û got, "PKK a ku di sala 1993'an de ez revand û PKK ya îro weke hev nîne. Têkiliya navbera DYE û Kurdan jî bi demê re guherî. Lewma di wê baweriyê de me ku divê DYE navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya biyanî derxîne.

Divê navberê min neyê bikaranîn ku PKK hîn jî di vê lîsteyê de bihêle. Ya ku beriya 33 salan bi serê min ve hat, nikare weke hincetekê bê nîşandan ku hiştina rêxistinê ya li vê lîsteyê mafdar nîşan bide. Êdî dema guherînê hatiye."

RÛNIŞTINA SÊYEMÎN

Rûniştina sêyemîn a konferansê jî bi sernavê "Jinên ku paşerojê ava dikin: Li Rojhilata Navîn veguherîna demokratîk, yekîtiya Kurdan û aştî" hate lidarxistin.

Zanyara siyasetê Arzû Yilmaz moderatorî ji rûniştinê re kir û ji Zanîngeha Bielefedê Atefeh Ramsari, Parlamentera berê ya HDP'ê û ji Tevgera Jinên Azad Sebahat Tûncel û Nûnera Rojava Îlham Amed weke axaftvan amade bûn.

ATEFEH RAMSARI: DIVÊ ÎRADEYA SERBIXWE YA KURDAN BÊ NASKIRIN

Atefeh Ramsari işaret bi rewşa li çar parçeyên Kurdistanê kir û got, "Her saziyên dewletê daxwazên siyasî yên Kurdan beriya her tiştî li ser feraseta xwe ya ewlekariya neteweyî, yekparebûna xakê û serweriya xwe dinirxîne. Dîplomasiya navneteweyî jî bi giranî li dora navenda dewletê ev nêzîkatî xurt kiriye. Halbûkî meseleya Kurd bi rengekî ji hev cihê û giştiya pirsgirêka hindikahiyê ya serbixwe nikare bi têrkerî bê fêhmkirin. Ji ber ku mercên siyasî yên li her parçeyekî Kurdistanê li gorî têkiliyên ji sînorê xaka dewleta pêwendîdar wêdetir teşe digire. Ev mesele di navenda wê nîqaşê de ye ku aştî wê çawa pêk were. Çareseriya meseleya Kurd nabe ku bi asta bêçekbûn û dawîanîna li şerê çekdarî bê daxistin, yan jî tevlîkirina aktorên Kurd li saziyên dewletê yên heyî bê çareserkirin.

çareseriyeke mayinde divê di nava têkiliyên siyasî de bê nirxandin ku Kurdan derve dihêlin an jî tevlî dikin. Ev yek jî şêweyê parvekirina erkê, mafên kolektîf, tevlîbûna demokratîk û naskirina Kurdan a weke îradeyeke serbixwe ya siyasî vedihewîne."

ÎLHAM EHMED: GARANTÎ NEBE AŞTÎ JÎ WÊ DEMKÎ BIMÎNE

Îlham Ehmed jî destnîşan kir ku eger aştî bi rengekî qanûnî neyê garantîkirin wê nikaribe bê parastin û bal kişand ser pirsgirêkên di pêvajoya entegrasyonê de. Îlham Ehmed bi taybetî işaret bi şovenîzma Ereb a li welêt kir û got, "Li her qada jiyanê jin bi roleke girîng a civakî rabûn. Tevkarî li avakirina jiyana civakî û azad kirin. Ji aliyê paşeroja Sûriyeyê ve bi roleke girîng rabûn.

Nirxên demokratîk û civakî ava kirin. Lê belê di nava mercên nû yên siyasêyên li Sûriyeyê de nediyar e bê gel wê karibin destketiyên xwe yên xwerêveberiyê biparêzin an na."

Îlham Ehmed bi taybetî qala rewşa di mijara entegrasyonê de kir û got, "Em aştiyeke mayinde dixwazin. Lê belê hîn pirsa rê û rêbazên pêkhatina entegrasyonê wê çawa be, ev yek wê tevkariyeke çawa li aştiyeke mayinde bike, hîn diyar nebûye.

Em dikarin vê bibêjin: Aştî eger garantiyên pêwîst neyên dayin wê tenê bibe rewşeke demkî. Eger garantiyên saziyî û mekanîzmayên ku aştiyê ava bike neyên afirandin, di her kêliyê de dikare xera bibe. Lewma pirsgirêkên cuda derdikevin holê."

'EM DIXWAZIN BIBIN ŞIRÎKÊ SÛRIYEYÊ'

Îlham Ehmed got, "Di bingeha têkiliyên navbera Kurdan û rêveberiya Sûriyeyê de ev mesele heye: Kurd divê di nava vê dewletê de hebûna wan weke aktorekî bê qebûlkirin û nasnameya wan bê naskirin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku wê bibin şirîkê Sûriyeyê û got, "Me biryara entegrasyonê dan; lê belê ev nayê wê wateyê ku me paşvegav avêtin qebûlkiriye. Em dixwazin bibin şirîkê rasteqîn ê vî welatî. Weke Kurd em dixwazin bibin şirîkê bingehîn û wekhev. Di vê mijarê de em xwedî îrade ne, em xwedî biryardariyê ne."

SABAHAT TÛNCEL: DIVÊ DUBARE NEBE, MAFÊN ME BÊNE NASKIRIN

Herî dawî jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Sabahat Tûncel axivî û hişyarî da ku eger gavên pêwîst neyên avêtin dibe ku pêvajoyên hîn hişk rû bidin.

Sabahat Tûncel got, "Ewropa jî parçeyekî meseleya Kurd e. Eger pirsgirêka Kurd heta niha nehatibe çareserkirin yek ji sedemên vê ne tenê polîtîkayên li Tirkiyeyê yan jî bûyerên herêmî ye; aliyê ji ber nêzîkatiya Ewropayê ye. Em îro qala pêvajoyeke çareseriyê dikin. PKK'ê xwe fesix kir û eşkere kir ku çek daniye. Li gel vê jî hîn PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Ewropayê de ye."

Sabahat Tûncel diyar kir ku eger ew parçeyekî vê cîhanê ne, wê demê divê helwesteke hîn bi bandor bê nîşandan û got, "Eger wê guherîn û veguherîneke rasteqîn a demokratîk pêk were, divê ev yek li her derê be."

Sabahat Tûncel got, "Min beriya niha li Parlamenta Ewropayê axaftin kir. Me meseleya Kurd û rewşa jinan nirxand. Piştre demekê navber da, ketim girtîgehê û piştî heft sal û nîvan careke din li vir im. Lê belê em hîn jî li ser heman mijaran diaxivin.

Ev jî êdî veguheriye dubareyekê. Bi dîtina min yek ji tespîtên herî girîng ên peyama 25'ê Sibatê ya Birêz Ocalan ew e ku divê ev dubarebûn ji holê rabe. Yek ji sedemên fesixkirina PKK'ê jî ev e."

Sebahat Tûncel got, "Li gel vê yekê daxwazeke me ya taybet heye: Me jî tevlî mafên welatîbûnê bikin ku ji bo welatiyên cîhanê hatiye naskirin. Ji ber ku em tine têne hesibandin."

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Sabahat Tûncel destnîşan kir ku rêveçûna pêvajoyê bi azadbûna aliyan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku divê Rêber Apo azad bibe. Sabahat Tûncel got, "Daxwaza ji bo azadiya Birêz Ocalan daxwaza ji bo aştiyê ye. Bi navê Kurdan têdikoşe, naskirina statuya Birêz Ocalan naskirina statuya siyasî ya Kurdan e."