Li Tebqayê qedexeya derketina derve

Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê qedexeya derketina derve ragihand.

Li Tebqayê qedexeya derketina derve
17 ÇILE, 2026   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê  bi biryarekê qedexeya giştî ya derketina derve li 3 bajaran (Tebqa, Mensûra, Cirniye) ragihand.

Di biryarê de hatiye gotin, biryara qedexeya derketina derve ji bo parastina ewlehiya van herêman hatiye dayîn.

Her wiha bang li welatiyan hat kirin ku ji bo parastina ewlehiya civakî bi aliyên têkildar re bibin alîkar.

(b)