Beşdarên foruma Reqayê: Bersiva me li hember derxistina fitneyê aşkera ye

Beşdarên foruma eşîran a Reqayê anî ziman ku lidarxistina foruma eşîran û aşkerakirina helwestekê di wê forumê de bersiva aşkera li dijî tevahî kesên hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dar bixin û got divê nakokî bi dawî bin, hevgirtin xurt be û li hember astengiyan piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.

Beşdarên foruma Reqayê: Bersiva me li hember derxistina fitneyê aşkera ye
17 kanûn, 2023   05:42
REQA
MIHEMED XELÎL

Duh, ji aliyê êla El Welde û vexwendina ji hêla şêxê êla El Welde şêx Hamid El Ferec ve li kantona Reqayê foruma eşîran hate lidarxistin. Di forumê de gelek eşîrên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, MSD′ê û şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê beşdar bûn.

Der barê mijarê de ajansa me nêrînên gelek şêxên beşdarî forumê bûne girtin. Têkildarî wê yekê hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê şêx Mihemed Nûr El Zîd axivî û wiha got: "Ev forum, foruma hezkirin û aştiyê ya êla El Welde û tevahî eşîrên Reqayê ye. Em spasiya êla El Welde li ser vê forumê dikin. Em bang li tevahî eşîran dikirin fitneyê têk bibin û divê aqilmendî ji bo tevahî nakokiyên eşîran serwer be, da ku hezkirin di nava eşîrên li herêmê de belav be."

El Zîb wiha domand: "Ev forum teqeziyê li ser hevgirtina eşîrên ereb bi rêveberiya xwe û projeya neteweya demokratîk ve dike."

El Zîb diyr kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahî gel, pêkhate û beşên civakê dike û ew piştî êşên sûriyeyiyan di dirêjahiya 13 salên krîzê de û tu çareseriyên nêz ji bo kîrzê tune ne, hêviya pêkanîna armancên civakî ye.

El Zîb spasiya êla El Weld li ser lidarxistina vê forumê kir û hêvî kir ku ev forum li tevahî Sûriyeyê bibe mînak.

Li aliyekî din jî berdevkê êla El Welde Dr. Cîhad El Xelef axivî û wiha got: "Ev forum, foruma eşîran a ji bo pêkanîna ewlehiyê ji xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye û da ku bibe kevirê bingehîn ê diyalogên ji bo çareseriya Sûrî-Sûrî."

El Xelef wiha domand: "Me ji dema destwerdanên derve li Dêrazorê de yên bi hewldana têkbirina ewlehî û îstîqrarê de dît ku ne ji eşîrên Dêrazor û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûya ev fitne nedihat têkbirin."

El Xelef diyar kir ku hevgirtina eşîrên herêmê dê tevahî planên bi hewldana hilweşîna mozaîka civakî têk bibin.

El Xelef aşkera kir ku armanc ji vê forumê xurtkirina têkiliyê di navbera gel, rêveberî, pêkhate, eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê de ye."

Rûspiyê eşîra El Nasir a li Tebqayê Hesen El Xemerî axivî û wiha got: "Ev forum ji bo bale bikişînin ser pêşdeçûnên dawîn û hevgirtina pêkhateyan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û pêkanîna ewleya xelkê herêmê."

El Xemerî wiha domand: "Armanc ji vê forumê jî hevgirtina bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re were xurtkirin, destkeftî werin parastin. Ev forum tevahî eşîrên herêmê ji Rimêlan heta bi Minbicê li Reqayê kom dike."

El Xemerî destnîşan kir ku ev forum tevahî îdiayên li ser hebûna nakokî yan jî valahiyekê di navbera eşîr û Rêveberiya Xweser de bideriwîne.

El Xemerî di dawiyê de got: "Em eşîrên Ereb ên li Reqayê bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re ne."

(fr)

ANHA