IFJˋê hedefgirtina rojnamevan Cîhan û Nazim şermezar kir

IFJˋê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan şermezar kir û bang kir ku divê hesab ji berpirsên hedefgirtina rojnamevanan li herêmên şer were xwestin.

IFJˋê hedefgirtina rojnamevan Cîhan û Nazim şermezar kir
20 kanûn, 2024   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) Antony Belanger got, "Hempîşeyên me rewşa li bakurê Sûriyeyê dişopandin. Ev her du hevalên me, dema karê xwe yên rojnamevaniyê dikirin, bi zanabûn ji hêla balafireke bêmirov a Tirkiyeyê ve hatin hedefgirtin. Em êrişa li dijî hevalên xwe şermezar dikin û banga hesabxwestinê dikin."

IFJˋê sersaxî da malbatên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, her wiha bang li rêveberiya siyasî ya nû ya li Sûriyeyê kir ku der barê van sûcan de lêpirsîneke serbixwe veke û sûcdaran şermezar bike.

Rêxistina DİSK Basın-İş a li Tirkiyeyê ya girêdayî IFJˋê jî gotibû, "Nayê qebûlkirina rojnamevanên ji herêmên şer heqîqetê ji xelkê re radigihînin werin hedefgirtin. Em êrişên li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Divê berpirs, li ser hedefgirtinên rojnamevanan li herêmên şer li Filistîn û Sûriyeyê, werin darizandin."

(mh/fr)