IEA: Li Rojhilata Navîn zirar bi 40 tesîsên sereke yên enerjiyê bûye

IEAˊyê ragihand ku ji ber şerê di navbera Amerîka -Îsraîlê û Îranê de, nêzîkî 40 tesîsên sereke yên enerjiyê li herêma Rojhilata Navîn zirar dîtine.

IEA: Li Rojhilata Navîn zirar bi 40 tesîsên sereke yên enerjiyê bûye
1 nîsan, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) daxuyand ku nêzîkî 40 tesîsên sereke yên enerjiyê li herêma Rojhilata Navîn ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîlê û Îranê zirar dîtine. Heta niha hatiye piştrastkirin ku zêdetirî 12 milyon bermîl rojane ya dabînkirina petrolê badilhewa çûye.

Gerînendeyê rêveber ê IEAˊyê  Fatih Birol diyar kir ku ev krîz ji her du krîzên petrolê yên salên 1970'an û windakirina gaza Rûsyayê di sala 2022'an de, bi hev re, xirabtir e.

Şerê Îranê bû sedema têkçûna Tengava Hurmuzê. Berî şer nêzîkî ji sedî 20 bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di tengavê re derbas dibû. Lê ji ber girtina tengavê bihayê bermîlek petrolê 120 dolar derbas kiriye. Li Ewropayê jî bihayê gazê ji sedî 70 derbas kir.

Dewletên endam ên IEAˊyê, bi armanca aramkirina astên bilindbûna bihayan, li hev kir ku 400 milyon bermîl petrol ji rezervên xwe yên stratejîk bikişînin.

Birol di vî warî de anî ziman ku ew îhtîmala bikaranîna rezervên stratejîk ên zêdetir lêkolîn dikin, eger ew bibînin ku hewcedariya bi petrola xav an berhemên wê heye, dibe ku mudaxele bikin.

Birol pêşbînî kir ku astengiyên di dabînkirina petrolê ji Rojhilata Navîn de wê di Nîsanê de xirabtir bibin û wê bandorê li Ewropayê bike ji ber ku dabînkirin ji ber girtina Tengava Hurmuzê kêm bûne.

(ac/fr)

ANHA