Idrîs Çaçan: Ji bo yekitiyê em amade ne bi hemû partiyan re kar bikin

Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Idrîs Çaçan diyar kir ku di vê qonaxê de yekitiya Kurdan pêwîst e û destnîşan kir ku partiyek bi tenê nûnertiya gelê Kurd nake.

Idrîs Çaçan: Ji bo yekitiyê em amade ne bi hemû partiyan re kar bikin
24 nîsan, 2026   04:50
QAMIŞLO
KENAN EL SEYID- ROHAT XELEF

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S) Idrîs Çaçan der barê yekitiya Kurdan de ji ajansa me re axivî.

Idrîs Çaçan anî ziman ku yekitiya Kurdan pir girîng e û got: "Ger hêza me yek be, nêrîna me jî dê yekgirtî be, ji ber ku partî nûnertiya hemû gelê Kurd nake û rola wê dê pir qels be."

Çaçan îşaret pê kir ku her kes behsa yekitiyê dike û wiha dom da axaftina xwe: “Em Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê destê me ji bo yekitiya Kurdî dirêjkirî ye. Ji bo ev yekitî pêk were em amade ne bi her kesî re kar bikin. Her partiyek xwedî îdeoojî ye, ev ne pirsgirêk e. Lê rewşenbîr, siyasetmedar û tevahî civaka sivîl dikarin yekitiya Kurdan çêbikin û xizmeta gelê xwe bikin. Em hemû dikarin yekitiya neteweyî ava bikin û ji bo xizmeta mafên gelê Kurd li Sûriyeyê xizmetê bikin."

Idrîs Çaçan di dewama axaftina xwe de bal kişnad ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku 26'ê Nîsana 2025'an li bajarê Qamişloyê pêk hatibû û bi bîr xist ku konferans ji bo yekitiya kurdî hatibû lidarxistin û biryar jê derket, ya girîng konferans kurdî bû û hemû partiyên kurdî lê amade bûn.

Çaçan rexne li hin partiyên kurdî kir ku piştî konferansê bi tena xwe çûn Şam û da zanîn u biryarên ji mafên Kurdan ku di konferansê de derketin, pêşkêşî hikumeta demkî nehatin kirin.

Idrîs Çaçan di dawaiya axaftina xwe de got: "Divê em gotinên xwe li ser erdê pêk bînin, her çend ev yek ji bo mafên Kurdan li Sûriyeyê hin tawîz û qurbaniyan hewce bike jî, ji ber ku partî bi giranî ji bo xizmetkirina armancên gelê xwe hatine damezirandin.”

(bb)

ANHA