Hûsiyan tevgera Îsraîlê ya li Deryaya Sor qedexe kir

Hûsiyên li Yemenê tevgera Îsraîlê li Deryaya Sor qedexe kir. Îranê jî careke din gefa girtina rêyên deryayî yên stratejîk xwar.

 Hûsiyan tevgera Îsraîlê ya li Deryaya Sor qedexe kir
8 hezîran, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Ensarullah El Hûsî yên li Yemenê bi daxuyaniyekê ragihand ew ê "qedexeyeke tevahî û berfireh li ser navîgasyona deryayî ya Îsraîlê li Deryaya Sor" ferz bike û destnîşan kir ku wan ji destpêka Nîsanê ve êrişa yekemîn a bi mûşekan li ser Îsraîlê pêk aniye.

Şêwirmendê rêberê bilind ê Îranê Elî Ekber Welayetî got piştî êrişa Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê, Tehranê "bersiveke li pey hev" da destpêkirin. Her wiha destnîşan kir ku operasyona Îsraîlê binpêkirineke aşkera ya peymana agirbestê ye.

Welayetî anî ziman ku divê Îsraîl ku aramiya ewlehiyê ya heyî li Bab Mindebê nexe ber "hesabên xelet". Welayetî got: "Eniya berxwedanê xwedî hêza girtina tengavên Hurmuz û Bab Mindebê ye û hevkêşeyên nû li herêmê ferz dike.”

Welayetî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku vebijêrkên li pêşiya Îsraîlê zelal in; an dê "êrişan rawestîne yan jî dê rû bi rûyî hevsengiyên nû bibe ku dibe korîdorên deryayî yên stratejîk bigire nava xwe.”

(bb)