Hûsiyan li rojhilatê Yemenê êrişî Siûdiyê kir

Koma Hûsiyan ragihand ku bi mûşekên balîstî û dronan êrişî hêzên leşkerî yên Siûdî yên li rojhilatê Yemenê kir.

Hûsiyan li rojhilatê Yemenê êrişî Siûdiyê kir
6 tebax, 2026   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koma Hûsiyan Yehya Serî daxuyand ku îro li herêmên Rowêk, Eber û Seniye yên rojhilatê Yemenê bi mûşekên balistî û dronan êrişî hêzên leşkerî yên Siûdî kir.

Yehya Seriî got di êrişê de kom û hêzên leşkerî yên Siûdî hedef girtin, di encamê de kuştî û birîndar hene, wesayîtên leşkerî , depoyên çekan hatin rûxandin.

Têkildarî êrişî heta niha ji aliyê Siûdî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

(f)