Hûsiyan li balafirgeha Ramonê ya Îsraîlê xist

Hûsiyan ragihandin ku wan bi dronan û mûşekên balîstîk êrişî balafirgeha Ramonê ya li devera Îlanê ya li başûrê Îsraîlê, keştiya balafirên şer a amerîkî ’Truman’ û çend keştiyên şer ên li Deryaya Sor kirine.

Hûsiyan li balafirgeha Ramonê ya Îsraîlê xist
8 gulan, 2025   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensarallah a Hûsiyên şevê din ragihand ku wan bi du dronan êrişî balafirgeha Ramon a li Îlatê ya li başûrê Îsraîlê kirin  û da zanîn ku keştiya balafirhilgir a amerîkî Truman û çend keştiyên şer ên li Deryaya Sor jî hatin hedefkirin.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Sarî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi dronan du "çalakiyên leşkerî pêk anîn û ev agahî parve kirin "Di çalakiya yekemîn de bi du dronan balafirgeha Ramon a Îsraîlê  hat xistin û ya din jî bi droneke Jeffa hedefeke girîng a Îsraîlê ya li Yafayê hat bombebarankirin."

Berdevkê Hûsiyan her wiha diyar kir ku "hêzên deryayî û hewayî yên Yemenê bi mûşekek balîstîk  hejmareke dron balafirhilgir a amerîkî ’Truman’ û hejmarek keştiyên şer ên girêdayî wê yên li bakurê Deryaya Sor kirin hedef. "

Yeya Sarî da zanîn ku di encama çalakiya de hewldana êrişeke hewayî ya artêşa Amerîkayê ya li dijî Yemenê hat têkbirina, balafireke F 18 a amerîkî hat xistin, her wiha balafirhilgira Truman ber bi bakurê Deryaya Sor ve reviya.

Berdevkê Hûsiyan got, dê heya rawestandina êriş û ambargoya li ser Xezayê çalakiyan bidomînin.

(bb)