Hûsiyan kargoyeke Îsraîlê li Deryaya Sor revand

Koma El Hûsî ya Yemenî ragihand ku li başûrê Deryaya Sor kargoyeke Îsraîlê girt û ber bi berava rojavayê Yemenê ve bir. AFP′ê jî ragihand ku Hûsiyan kargor ber bi berava Silêf ê Hidêde ve biriye.

Hûsiyan kargoyeke Îsraîlê li Deryaya Sor revand
19 mijdar 2023   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporan, koma ′Ensarullah El Yemenî′ kargoya bi navê ′ Galaxy Leader ′ revand û 52 kesên li kargoyê ku li Deryaya Sor revandiye, girtin.

Berdevkê hêzên Ensarullah diyar kir ku ev tedbîr di çarçoveya êrişên Îsraîl-Amerîka li dijî Xezayê ji komkujiyên rojane pêk tên de hatin kirin.

Demeke berê Îsraîlê got koma Ensarullah El Hûsî keştiyek li Deryaya Sor girt, lê anî ziman ku keştî ne milkê Îsraîlê ye û di nava tîmên wê de Îsraîlî tune ne û ala girevên Bahama li ser bû.

Artêşa Îsraîlê bi bîr xist ku kargo ji Tirkiyeyê ber bi Hindistanê ve bi rê ket û tîmên wî sivîl in û ji nasnameyên cihêreng in û di nava wan de Îsraîlî tune ne û keştî ne ya Îsraîlê ye.

(fr)