Hûsiyan êrişî kampeke perwerdeyê kir: Bi kêmanî 18 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Hûsiyan a li dijî kampeke perwerdeyê ya hêzên hikumeta Yemenê de bi kêmanî 18 kes hatin kuştin.

Hûsiyan êrişî kampeke perwerdeyê kir: Bi kêmanî 18 kes hatin kuştin
19 cotmeh, 2026   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku 4 çavkaniyên di nava hikumeta Yemenê de dane Reutersê, Hûsiyan êriş bire ser kampeke perwerdeyê ya hêzên hikumetê ya li parêzgeha Şebwayê. Çavkaniyan dane zanîn ku di êrişê de bi kêmanî 18 kes hatin kuştin.

Çavkaniyan got, êrişî dema ku leşkeran perwerdeya sibeha dîditîn bi 3 mûşekên balîstîk hat kirin.

(bb)