Hûsiyan êrişî Îsraîlê kir

Koma Ensarallah a Hûsiyan bi dronekê bareheke Îsraîlê bombebaran kir.

Hûsiyan êrişî Îsraîlê kir
29 cotmeh, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensarallah (Hûsî) ragihand ku wan îro bi dronekê baregeheke li başûrê Îsraîlê bombebaran kiriye.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî bi daxuyaniyekê got: "Hêzên asîmanî çalakiyeke bibandor li herêma pîşesaziyê ya Îsraîlê ya dijimin li dar xist. Çalakî bi rêya dronan li herêma Esqelan a başûrê Filistîna dagirkirî hat kirin."

Li gorî nûçeya AFPˈê, artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku vê sibehê saet 06.40ˈan de sîrenan li Esqelanê lê daye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Droneke ku ji Yemenê derketibû, asîmanê bajarê Esqelanê yê başûrê Îsraîlê derbas kir û li herêmeke vala ket."

Li gorî daxuyaniya artêşê, zirar çênebûne.

(bb)