Dewleta Îranê li 10 kesên tev li serhildanan bûne cezayê darvekirinê birî

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Îranê li 10 kesên ku tevlî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” bûne cezayê darvekirinê biriye.

Dewleta Îranê li 10 kesên tev li serhildanan bûne cezayê darvekirinê birî
Dewleta Îranê li 10 kesên tev li serhildanan bûne cezayê darvekirinê birî
22 kanûn, 2024   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi daxuyaniyekê ragihand ku dadgeha Îranê li welatiyên bi navê Fazil Behramyan, Menuçêhr Mêhmanewaz, Mêhran Behramyan, Mîlad Armun, Elîreza Kefayî, Emîr Mihemed Xoş, Newîd Necaran, Husên Nimetî, Elî Reza û Mêhran Ebdulzad, bi awayek ne dadperwerane cezayê darvekirinê biriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin her 10 kes jî tevlî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bibûn û bi hinceta “Kuştina bi qestî” û hinek ji wan jî ji bo ku sûcên xwe qebûl bikin, hatine êşkencekirin.