Hunermendek Îranî hate binçavkirin

Hunermendek Îranî di dema stranbêjiyê de ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin.

Hunermendek Îranî hate binçavkirin
28 sibat, 2025   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Behman Babazade diyarkir ku hunermenda Îranî Hîwa Seyf Zade, duh dema di ahengekê de stran digotin, hatiye binçavkirin.

Behman da zanîn ku tevî destûra fermî ji bo ahengê hatibû standin jî, lê li nav hola ahenê de, hunermend Seyf Zade ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirinê de ti agahî nehatin standin.

Hêjayî gotinê ye hunermenda Îranî Seyf Zade di dema serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji xwepêşandan re stran gotibû.