Li Şamê goreke komî hate dîtin

Li Şamê goreke komî hat dîtin ku termên nêzî hezar kesî tê de ne ku di dema rejîma Baasê de bi îşkenceyê hatine kuştin.

Li Şamê goreke komî hate dîtin
28 sibat, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku goreke komî li Şamê hatiye dîtin ku tê de cenazeyên nêzîkî hezar kesî hene ku di dema rejîma Baasê de bi îşkenceyê hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, ji dema rûxandina rejîma Baasê heta niha 22 gorên komî hatine dîtin û di wan goran de termên 2 hezar û 681 qurbaniyan hatine dîtin.