Serdegirtina Dêra Mar Elyas û encamên derxistine holê - Rauf KARAKOÇAN

Serdegirtina Dêra Mar Elyas û encamên derxistine holê - Rauf KARAKOÇAN
26 hezîran, 2025   08:00

22’yê Hezîranê roja yekşemê li Şamê di dema ayîna êvarê de li dijî Dêra Ortodoks a Mar Elyas êrişek pêk hat û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de bi ser gundên Til Eran û Til Hasilê yên Kurdan ên li başûrê Helebê de jî girtin. Di wan serdegirtinan de ajansên nûçeyan ragihand ku gelek ciwanên Kurd ji aliyê kesên rûpoşkirî ve hatine revandin.

Gelekî zelal, aşkera û li ber çavan e ka ev pêla êrişan ji aliyê kê ve hatiye kirin. Kujer di qesra HTŞ'ê ya li Şamê de de ne, lewma jî pêwîstî pê nîn e ku li navnîşanên cuda li berpirsyarên êrişê bigerin. Hema piştî êrişa li ser Dêra Mar Elyas, hê ku xwîna li erdê nehatibû paqijkirin, nûçeyên ku êriş ji hêla DAIŞ'ê ve hatine kirin, hatin serwîskirin. Divê mirov bi baldarî nûçeyên li erdnîgariyeke din ava şer de binêre. Her çend bixin stûyê çeteyên DAIŞ'ê jî, failên êrişên dêrê û serdegirtinên gundan di nava HTŞ'ê de ne. Cihên ku her du êriş lê hatin kirin, îhtîmala DAIŞ'ê qels dike. Aşkera ye ku hebûna DAIŞ'ê dê ji bo veşartina kesên êrişên bi vî rengî dikin, bi kar bînin. Pêkhateyên HTŞ'ê, çeteyên ne kêmî DAIŞ'ê ne. Piştî hilweşîna Şamê, çalakiya wan a yekemîn qetilkirina Elewiyan bû. Em jê re dibêjin qetlîam, lê di esasê xwe de hewldana qirkirina Elewiyan bû. Dîmenên înfazên li nava kolanan, aveke sar bi canê mirov de dikir. Piştî qirkirina Elewiyan Durzî kirin hedef. Niha jî dora kesên nemisilman e.

Dê şaş be ku mirov li êrişa li Dêra Mar Elyas dûrî HTŞ’a desthilatdar bifikire. Komeke piştî bi rojan êrişa li dêrê ya li DAIŞ'ê bar dikirin, girte ser xwe. Em ji nûçeyên êrişa bi guman bûn û ew guman jî ne vala bû ku komeke çete ku xwe bi navê Sereya Ensar El Sunne bi nav dikir, berpirsyariya komkujiyê girt ser xwe. Çeteyên Sereya Ensar El Sunne bi komkujiyên xwe yên li ser Elewiyên ên li berava Sûriyeyê navê xwe da bihîstin. Bi hezaran Elewî qetil kirin, koçber kirin û dest danîn ser mal û milkên wan. Heta niha kesek bi tenê jî nehatiye darizandin. Heta komkujî di asteke devkî de jî nehatin şermezarkirin. Encamên êrişên li ser Durziyan jî heman in. Failên qetlîaman çeteyên di nava desthilatê de ne. Li hemberî wan tu tiştek nehatiye kirin. Kesekî bi tenê jî nîn e ku sewqî dadgeriyê kiribin. Pêkhateyeke HTŞ'ê berpirsyariya komkujiya li dêrê girte ser xwe, Colanî jî dibêje hêzên li pişt vê êrişê dê werin dîtin û werin dadgehekirin. Dereweke mezin e. Ka kîjan dadgerî! Hiqûqa şerî yan jî dadgeriyeke serbixwe-bêalî? An jî hiqûne tune, pergala dadê ya ku naxebite, mekanîzmaya darazê ya xirabe? Ma ew ê kujeran bigirin û bidin ber destê dadgeriyê? Em ê bibînin.

Bûyereke din a girîng ku zêde cih di rojevê de negirt jî, serdegirtinên li ser 2 gundên Kurdan in. Di serdegirtinên gundên Til Eran û Til Hasilê de çend kesan jiyana xwe ji dest da û hin jî hatine revandin, lewma jî ev bûyer berfireh bû. Ev demeke dirêj e li ser van gundan zilmeke sîstematîk heye. Revandina mirovan, daxwaza fîdyeyê, girtin, destdirêjî, îşkence û pêkanînên kêfî zêde dibin. Di demên dawî de jî asta zilm û zorê bilindtirtir bûye û heta guhdarkirina muzîka kurdî jî hatiye qedexekirin. Ev gund 34 km li başûrê Helebê ne, nifûsa wan nêzî 5 hezar e û ji sedî 95 jî Kurd in. Şêniyên Til Eran û Til Hasilê ku li derdora wan tu gundên din ên Kurdan nîn e, neçar dimînin koç bikin û hewl tê dayîn gund bi zorê werin valakirin. Serdegirtina van gundan, di heman demê de dema serdegirtina dêrê jî gelekî girîng e. Mirov nikare bibêje ku çeteyên DAIŞ'ê ne ku li van gundên Kurdan her tim zilmê dikin. Ji ber ku komên çete yên çekdar bi roj êriş kirin û mirov revandin û kuştin, fermandariya HTŞ'ê berpirsyar e. Tepisandina hevpar a ji aliyê komên çete yên ser bi dewleta Tirk û komên HTŞ'ê ve tê meşandin, gelekî bi plan û birêxistinbûyî ye. Zextên ku li ser Kurdan tên kirin bi rêya torên îstixbaratê yên li gundan hatine birêxistinkirin, karmendên cemaweriyê yên li gundan hatine wezîfedarkirin û hin malbatên xwe dispêrin çeteyên girêdayî dewleta Tirk, sînorên tehemulê derbas kirine. Serdegirtinên li dêr û gundan wekî bûyerên îzolekirî dikarin bên dîtin an jî nîşandan, lê belê nikarin rastiyekê binixumînin. HTŞ yekser an jî neyekser şirîka van sûcan e.

Gelek sûc tên kirin ku nîşan didin hindikahiyên li Sûriyeyê di bin xetereyê de ne. Van bûyeran careke din nîşan da ku li ku derê komên olperest û cîhadperest ên radîkal hebin, ewlekariya jiyana mirovan nîn e. Di nava vê de endamên DAIŞ'ê yên ku kravat û bedêl li xwe kirine jî hene. Nasnameyên olî û etnîk ên li Sûriyeyê, eger ewlekariya xwe ji HTŞ'ê re bihêlin, dê were wateya radestkirina berxan ji guran re. Xweparastina wan bi van êrişên dawîn re hê girîngtir bûye. Li Sûriyeyeke ku krîterên demokratîk lê bi ser nekevin, mafê jiyanê yê hindikahiyan her tim di bin gefan de ye. Her wiha, heta ku serkirdetiya HTŞ'ê xwe ji nasnameya selefî-cîhadîst dûr nexe, ew ê wek berpirsyarên komkujiyên pêk hatine bên bdîtin. Bi sûcdarkirina DAIŞ'ê nikarin xwe mafdar bikin. Jixwe DAIŞ bike jî, rêveberiya HTŞ'ê berpirsyar e.