Hunermend û rewşenbîrên Kurd serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir

Şandeyeke hunermend û rewşenbîrên Kurd serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo kir û diyar kir ku yekitiya gelê Kurd ku berhema ku xewna şehîdan e, ne hilbijartinek e, lê erkek dîrokî û berpirsiyariyek exlaqî ye.

1 sibat, 2026   15:18
QAMIŞLO

Şandeyeke hunermend û rewşenbîrên Kurd, ji bo piştgiriya berxwedana gel û tevlîbûna seferberiya giştî, serdana Rojava kir. Şande ji hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn, Gulbahar Rahîm (Cala), hunermend Luqman Salim Fattah, werzişvan Deniz Nakî, rojnamevan Danyal Cemalî, hunermend Rênas Lezgîn Saadî û nivîskar Kakşar Xurşîd pêk tê.

Şandeyê gera xwe bi serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê domand. Şande li pakrewangehê ji hêla rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat pêşwazîkirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li Rojava Rêzan Gulo, pêşwaziya şandeya mêvan kir û diyar kir ku şoreşa Kurdî ji 40 salan zêdetir berdewam kiriye.

Gulo anî ziman gelê Kurd bi hezaran şehîd dane da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û got, yekitiya gelê Kurd ku bermeha keda şehîdan e ne hilbijartinek e, lê erkek dîrokî û berpirsiyariyek exlaqî ye.

Endamên şandeyê destnîşan kirin ku "şehîdan wateya demokrasî û fedakariyê fêrî cîhanê kirin û divê hêvî û xeyalên wan bi wan re neyên veşartin. Berevajî vê, berpirsiyariya pêkanîna wan îro li ser milê hunermend, rewşenbîr û hemû gelê Kurd e."

Şandeyê her wiha da zanîn kir ku gelê Kurd niha yekgirtî ye û vê yekitiyê dîktatoran yek li dû yek hilweşandiye. Hunermend û rewşenbîran girêdana xwe ya bi xeta şehîdan re anîn ziman.

(k)