Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir: 3 kes mirin

Îsraîlê taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişê de endamekî Hizbullah û kurê wî hatine kuştin.

Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir: 3 kes mirin
1 nîsan, 2025   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanê (NNA), balafirên şer ên Îsraîlê serê vê sibehê taxên başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê bi balafirên şer bombebaran kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku balafirên wan ên başûrê Beyrûtê bombebaran kirine.

 Serokkomarê Lubnanî Joseph Ewn daxuyaniyek li ser ’X’ weşand. Ewn êrişên li taxên başûrê Beyrûtê  wekî "hişyariyek cidî der barê niyetên pêşwext ên li dijî Lubnanê de" nirxand. Her wiha got, ji bo parastina serdestiya Lubnanê û rêgirtina li ber binpêkirinan divê hewldanên dîplomatîk werin zêdekirin. Ewn daxuyand ku dê bi hikumetê û serokê wê re tevkariyê bike da ku derfetên istîsna yên rizgarkirina welat ji dest neçin.

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam jî êriş şermezar kir û diyar kir ku êriş, binpêkirina biryara navneteweyî ya 1701’an e.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke din de diyar kir ku  di êrişê de endamê Hizbullah û Feyleq El Quds a Îranê Hesen Elî Bidêr û kurê wî hatine kuştin û hevjîna wî bi giranî birîndar bûye.

Artêşê ragihand ku "Hesen Elî Bidêr rê nîşanî endamên Hemasê dide û destek dida wan a di siberojê de êrişên xeternak li dijî sivîlên îsraîlê pêk bîne."

(bb)