Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku endamê wan Îbrahîm Mistefa Îbrahîm di encama nexweşiyê de şehîd bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
12 ÇILE 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî aşkera kir. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Endamê me Îbrahîm Mistefa Îbrahîm li Kobanê ji ber nexweşiyê şehîd bû. Şehîd Îbrahîm, endamekî çalak bû, bi ruhekî durist û hezkirina welêt erka jê dihat xwestin, dianî cih."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Îbrahîm Îbrahîm
Navê bav: Mistefa
Nave dayîkê: Zelîxe
Cih û dîroka tevlêbûnê: Baxdik, 04.02.2015
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 11.01.2024

(şx)