HRW: Redkirina tevlêbûna YPJ’ê nava artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) destnîşan kir ku qebûlnekirina tevlêbûna YPJ‘ê di artêşa Sûriyeyê de ya ji aliyê hikumeta veguhêz de nîşaneya sînordarkirina beşdariya jinan di saziyên giştî de ye.

HRW: Redkirina tevlêbûna YPJ’ê nava artêşê beşdariya jinan sînordar dike
17 cotmeh, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) têkildarî rewşa jinan li Sûriyeyê raporek amade kir.

Rêxistinê  destnîşan kir ku hikumeta veguhêz di Tebaxa borî de destûr neda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku wekî statu tev li artêşê bibe. HRW‘ê ev yek wekî sînordarkirina beşdariya jinan di saziyên leşkerî û ewlekarî de nirxand.

Di rapora HRW‘ê de hate gotin, sînorên li ser tevlêbûna jinan di piraniya bernameyên zanîngehên parastin û ewlehiyê yên Sûriyeyê de tê wateya sepandina cudekariyê û sînordarkirina beşdariya wan di saziyên dewletê de ye.

HRW‘ê bal kişand ser şertên qebûlkirinê yên ku Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî di 30‘yê Îlona îsal de ragihandibûn û da zanîn ku şertên hatine ragihandin piraniya bernameyên Zanîngeha Nîştimanî ya Zanistên Parastinê bi mêran sînordar dike û derfetên jinan li Zanîngeha Sûriyeyê ya Zanistên Ewlehiyê bi xwendina ewlehiya sîberanî ve sînordar dike ku dawiya serlêdana wê jî di 19‘ê vê cotmehê de nêzîk dibe.

Rêxistinê diyar kir ku ev biryar jinan ji perwerde û karê di artêşê, saziyên ewlekariyê û peymangehên teknîkî yên petrol, gaz û xetên trênê, beşa derhêneriya di radyo û televîzyonê ya Peymangeha Teknîkî ya Ragihandinê ya Zanîngeha Îdlibê de  bê par dihêle û bi mêran ve sînordar dike.

Rêxistinê diyar kir ku ev nêzîkatî bi garantiyên wekheviyê û mafê jinan ê perwerde û kar ku di Danezana Destûrî ya Sûriyeyê de hatine destnîşankirin bi nakok in. Her wiha li dijî erkên welêt ên li gorî peymanên navneteweyî, nemaze Peymana li ser Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) e.

HRW‘ê da zanîn ku dûrxitina jinan ji saziyên leşkerî û ewlekariyê di çarçoveya qalibekî berfireh a paşketina beşdariya wan di saziyên giştî de tê kirin.

Rêxistinê bal kişand ser lawaziya nûnertiya jinan di Meclisa Gel de û ferzkirina qeydan li ser hin karên giştî .

HRW‘ê di raporê de bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku sînorkirinên li ser bingeha zayendî ji holê rakin û beşdariya wekhev a jinan di saziyên giştî, leşkerî û ewlehiyê de misoger bikin.

(bb)