Destdirêjiya li sembolên Kurdî Silêmaniyê hatin şermezarkirin

Ji ber êriş û destdirêjiyên ku li ser sembol, ala Kurdî û wêneyên şehîdan ên li parêzgeha Hesekê hatine kirin, nûnertiya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev kiryar gefeke mezin li ser jiyana hevbeş û belavkirina gotara kîn û nefretê ne.

Destdirêjiya li sembolên Kurdî Silêmaniyê hatin şermezarkirin
17 cotmeh, 2026   16:58
NAVNDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Silêmaniyê, der barê êrişên li ser sembolên Kurdî yên li Hesekê, bi amadebûna endamên Nûnertiya Rêveberiya Xweser, PYD û Kongra Star daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ji aliyê Berfîn Şêxo ve hatî xwendin de, hate ragihandin ku di bin sîya guhertinên li Sûriyeyê de, belavbûna wêne û dîmenên êriş û destdirêjiya li ser sembolên Kurdî, al, wêneyên şehîdan û sembolên pîroz ên jinên Kurd li parêzgeha Hesekê, fikarên pir mezin çêkirine. Nûnertiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê van kiryaran bi tundî şermezar dikin û wan wekî gefekê li ser jiyana hevbeş û belavkirina gotara kîn û nefretê dibînin.

Di dewamê de hate gotin; “Ev kiryar ne tenê reftarên kesên takekesî ne, belkî xetereya têkbirina pêkvejiyana neteweyî ne. Ji ber vê yekê em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan ên li navxweya Sûriye û yên navdewletî dikin ku lêkolînê li ser van bûyeran bikin. Herwiha daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikin ku bi lez lêkolîneke şefaf bikin.”

Di dewamê de hate gotin; ‘‘Gelê Kurd pêkhateyeke resen û bingehîn a Sûriyeyê ye û xwedî mafên neteweyî, siyasî û çandî yên rewa ye û divê were parastin. Destdirêjiyên li ser sembolên jinan jî hewldaneke ji bo bêrûmetkirina wan, ji ber vê yekê em desthilatdarên hikûmeta Şamê berpirsiyar dibînin di parastina silametiya giyanê hemwelatiyên Kurd, maf û sembolên wan de.’’

Di dawiyê de bang li partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê hate kirin: “Pêwîste em bi eşkereyî van kiryaran şermezar bikin û li dijî gotara kîn û nefretê bisekinin. Pêşeroja Sûriyeyê bi dûrxistinê mîsoger nabe, belku bi naskirina mafên hevdu, rêzgirtina li sembol û nasnameya neteweyî, dadwerî û hevparîya rastîn ava dibe.”