Di êrişên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
17 cotmeh, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, di êrişên hewayî û guelbarana hêzên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Wezareta Hundir a Xezayê ragihand ku berpirsekî Polîsên Deryayî yên Parêzgeha Refehê bi navê Ebdulcewad Hatim Cûda (37) di êrişa Îsraîlê ya li ser nuqteya polîsan a li herêma Newasî ya rojavayê bajêr de hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li devera Dêr Belehê ya naverasta Xezayê di êrişa dronên Îsraîlê ya li ser kombûneke sivîlan de kesek hat kuştin. Di di êrişên li rojhilatê Xezayê 2 kes hatin kuştin.

Çavkaniyek bijîşkî ragihand ku di gulebarankirina malên sivîlên li rojhilatê Dêr Belehê de zarokeke keçîn a 3 salî birîndar bû.

(bb)