Artêşa Tirk baregehên hikumeta Şamê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker cih û navendên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Idlibê topbaran kirin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî, dora bajarokê Afis ku nuqteyên artêşa Tirk lê hene, bi moşekan topbaran kirin.

Artêşa Tirk baregehên hikumeta Şamê topbaran kirin
1 gulan, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya bi navê Sen a leşkerî bi moşekan cih û navendên hêzên hikumeta Şamê yên li Seraqibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî dora bajarokê Afis ku gelek nuqteyên artêşa Tirk a dagirker lê hene, bi moşekan topbaran kir.

SOHR`ê da zanîn ku 28`ê Nîsanê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de li dijî nuqteyeke dewleta Tirk a li nêzî bajarê Serqibê, dora bajarê Binş û bajarokê Sermîn ê Idlibê de leşkerî Tirk û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûne.

Li gorî ragihandina SOHR`ê, artêşa Tirk a dagirker bi moşek û tankan 3 baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê li nêzî bajarokê Seraqibê topbaran kirine.

(şx)