CPJ’ ê ji bo Silêman Ehmed daxwazek pêşkêşî NY kir

Komîteya Parastina Rojnamevanan û Komîteya Mîna der barê diyarkirina çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed de, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a NY’yê kirin.

CPJ’ ê ji bo Silêman Ehmed daxwazek pêşkêşî NY kir
1 gulan, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 190 rojin agahî jê nayê girtin.

Duh Komîteya Tevna Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 12’ê Nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were aşkerakirin.

Hate destnîşankirin ku Rojnamevan Silêman piştî serdana malbata xwe li Suriyeyê kir û vegera Başûrê Kurdistanê hate girtin û ji wê demê de desthilatdaran cih û tometa ku ‘ger hebe’ li ser aşkare nekirine.

Malbat û parêzerên Silêman Ehmed ji bo hevdîtinê û girtina agahiyan gelek caran serlêdan kirine, lê PDK rê nade.