HRE: Leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatin kuştin 

HRE`yê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de gelek çalakî li dar xistine û di wan çalakiya nde, leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatine kuştin, her wiha 5 leşkerên tirk û 5 çete birîndar bûye.

HRE: Leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatin kuştin 
25 cotmeh, 2024   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi vî rengî ye: "Li hemberî êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ku di van demên dawiyê de li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di encama van êrîşên hov ku qirkirinê esas digire de gelê me rastî komkujî û êrîşan hatin. Li hember van êrişên heyî  çalakiyên tolhildan û  bersivdayînê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de:

1- Di roja 14’ê Cotmehê de bi çalakiyên Taybet Baregehên Dewleta Tirk a dagirker yên Ezaz, Bab û Dabikê hatin hedefgirtin. Di encamê de 3 leşkerên Dewleta Tirk a dagirker birîndar bû, kuştî nehat zelalkirin.

2- Di roja 15’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê Dagirker hate kuştin.

3- Di roja 17’ê Cotmehê de li Xeta Şera di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê Dagirker hate kuştin.

4- Di roja 19’ê Cotmehê de bi çalakiyekî taybet Baregeha Dewleta Tirk a dagirker ê Babê hate hedefgirtin di encamê de 1 leşkerê Dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

5-Di roja  24’ê Cotmehê  di  çalakiyên Taybet ê li dijî Baregehên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Xeta Bab, Mare û Şêrewa de hatî lidarxistin de 2 çeteyên Dagirker hatin kuştin, her wiha 2 leşkerên Tirk û 5 çeteyên dagirker jî birîndar bû. Encama hendek çalakiyên heyî nehat zelalkirin.

Di encama van çalakiyên Hêzên me de; 1 Leşkerê Dewleta Tirk a dagirker, 4 çeteyên dagirker hate kuştin û her wiha 5 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker 5 çeteyên dagirker jî birîndar bû."