Di topbarana li ser gundewarê Til TEmirê de şêniyek û zarokek birîndar bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Til Temirê de şêniyê bi navê Mihemed Delf (50) û zaroka bi navê Emîne Xidir Hesîno (8) birîndar bûye.

Di topbarana li ser gundewarê Til TEmirê de şêniyek û zarokek birîndar bûn
25 cotmeh, 2024   18:37
HESEKÊ

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li Serêkaniyê, topbarankirina gundên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê didomînin.

Nûçegihanê me ragihand di êrişan de şêniyê bi navê Mihemed Delf ê 50 salî zaroka bi navê Emîne Xidir Hesîno (8) birîndar bûne û li nexweşxaneya bajêr tên dermankirin.

Li gorî daneyên nexweşxaneyê parve kirine, Delf ji çûkê xwe de birîndar bûye, hatiye dermankirin û rewşa wî baş e.

Emîne jî ji zikê xwe de birîndar bûye û tê dermankirin.

(şx)

ANHA