HRANA: Di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin qetilkirin

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin kuştin.

HRANA: Di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin qetilkirin
12 sibat, 2026   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di raporeke xwe de bîlançoya xwepêşandanên di roja 46'an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne, eşkere kir.

Li gorî rapora HRANA'yê, hejmara giştî ya miriyan 7 hezar û 2 ye. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 214 kes jê hêzên rejîmê ne, 66 kes jî sivîl in ku beşdarî xwepêşandanan nebûne.

Di raporê de tê gotin ku 6 hezar û 506 kes ku 216 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tohmeta beşdarbûna xwepêşandanan hatine kuştin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku 11 hezar û 730 bûyerên mirinê hîn jî di bin lêpirsînê de ne û hejmara sivîlên birîndar wekî 25 hezar û 22 hatiye ragihandin.

Her wiha tê gotin ku 52 hezar û 941 kes hatine girtin ku 136 ji wan xwendekar in û 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin.

Wekî din, rapor destnîşan dike ku hejmara vîdeoyên ku di bin navê "mikurhatinê" de ji aliyê çapemeniya alîgirê rejîmê ve hatine belavkirin, gihîştiye 337'an.