Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ramanên wî ji tevahî pirsgirêk û qeyranan re rêya çareseriyê ye.

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
12 sibat, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15 Sibat 1999) daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna endamên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û rojnamevanan hat dayîn. Cîgirê serokê federasyonê û endamê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Hesen Zaza daxuyand xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li ser asta cîhanê hatibû destpêkirin û hate gotin: "Wekî Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî em tevlêbûna xwe ya vê kampanyayê radighînin. Em hêvî dikin ku armancên kampanyayê bighêjin serî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îradeya siyasî ya bi dehan mîlyonan Kurd û gelên azad ên cîhanê dike ku ramanên wî wekî çareserî ji pirsgirêkên gelên bindest, civakên kevinar, ol, mezheb, zayend û jîngehî dibînin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji ber ramanên wî yên demokratîk ku ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û herêmê re çareseriya pêşkêş dike, di 15’ê Sibata 1999’an de komplo li dijî wî hat kirin û radestî dewleta Tirk hat kiriye, niha di girava Îmraliyê de ragirtiye û tecrîd li dijî wê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke cîhanî, lew ra divê bi rêbazên cîhanê were çareserkirin. Hate gotin "Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi dîtina çareseriyê ji doza ronakbîr Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan rewşa gelê ku bi qirkirinê re rû bi rû ye temsîl dike. Li ser vî bingehê jî azadkirina wê dê bibe wesîleya ku li Tirkiye û tevahiya herêmê aştiyeke mayînde pêk were. Di heman demê de azadkirina wî dê bibe sedema tevlêbûna wî ya proseya siyasî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî. Dewleta Tirk jî ku vê rastiyê baş dizane, li şûna ku bersiva banga Aştî û Civaka Demokratîk dibe, siyaseta tecrîdkirinê li dijî wî didomîne û di encamê de pêvajoya aştiyê asteng dike.

Di daxuyaniyê de banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û  azadkirina wî ya fîzîkî hat kirin da ku rola xwe ya siysî di çareserkirina tevahî pirsgirêkên di navbera Kurd û dewleta Tirk de bilîze.

Hate gotin ku nêrîna giştî ya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingehê xwişk û biratiya gelan, jiyana hevbeş, aştî, azdî, belavkirina demokrasiyê, bidawîkirina şer û qeyranan e.

Di dawiyê de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl hat kirin ku Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

(bb)

ANHA